Antony Blinken, bi welatên Ereb re li ser pirsgirêka Xezzayê civiya
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken, bi welatên Ereb re li ser pirsgirêka Xezzayê li welatê Misrê li payîtext Qahîrê civiya.
Di civînê de wezîrên karên derve yên Misrê, Erebistana Sa’ûdî, Qatar û Urdinê hebûn. Di civînê de wezîrê Îmratan yê hevkariya navdewletî û sekreterê giştî yê Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê amade bûn.
Antony Blinken, piştî 7ê Cotmehê cara 6em e ku bi welatên Ereb re civînan dike. Di civînê de agirbesa li Xezzayê, astengiyên li ber alîkariya Xezzayê, hewlên avakirina du dewletan û krîza birsê ya li Xezzayê mijarên wan bûn. Piştî civînê Blinken û Şukrî derketin ber çapemeniyê. Şukrî got:
“Di civînê de palana Îsraîlê ku dixwaze operasyon bike Refahê û di temamê mijaran de me li ser koordînasyonê li hev kir. Di mijara operasyona ser Refahê de me li hev kir ku wê xetayekî mezin be.”
Blinken jî ragihand ku operasyona ser Refahê wê ti vateya wê tine be û got:
“Operasyonekî bejayiyê ya ser Refahê dê xeta be û em gelek zelalin ku em ê destekê nedinê. Ti derkî tine ku xelkê wê derê pêre here û êrîşekî ser Refahê wê bibe sedema felaketekî mirovî.
Li Qatarê hevdîtinên agirbesê dewamdikin û valahiyan tije dikin. Amerîka zorê dide ku peymanê girêdin. Agirbes gelek zahmete lê dibe ku bibe jî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin