Antony Blinken: Divê Tirkiye dest ji sîstema S-400 berde

29 April 2021 12:29 0 dîtin
Antony Blinken: Divê Tirkiye dest ji sîstema S-400 berde

PeyamaKurd – Wezîrê Karûbarên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi daxuyaniyekê diyar kir, nedibû gotara Serokê Amerîkayê ya derbarê komkujiya Ermeniyan de ti kesî matmayî bike, di nava wan de berpirsên Tirkiyê. Blinken destnîşan kir, divê Tirkiye dest ji sîstema S-400 berde.

Antony Blinken li Navenda Medyayî ya Biyanî li Washingtonê da zanîn,, helwêsta Joe Biden di dema çend salên borî de zelal bû, dema ku endamê Kongrêsê bû herwiha dema bangeşeya hilbijartinan jî, ji destpêka destbikarbûna wî jî weke serokê Amerîka, Joe Biden amaje bi wê yekê kiriye, ew ê girîngiyeke zêde bi mafên mirov û demokrasiyê bide.

Antony Blinken eşkere kir, Joe Biden û Receb Tayyib Erdogan, gotûbêjeke baş kirin û çavê wan li wê yekê ye ku hev du bibînin, ji ber ku gelek war hene ku her du welat tê de kar bikin.

Blinken herwiha eşkere kir, Tirkiyê hevpeymanekî girîng yê Amerîka û NATO ye, berjewendiyên wan yê hevbeşê herêmî û cîhanî hene û dixwazin pêwendiyên xwe pêş ve bibin.

Wezîrê Karûbarên Derve yê Amerîka diyar kir, hinek cudahî di navbera her du hikûmetan de hene û bi zelalî ji Tirkiyê re gotine, divê dest ji sîstema dijî moşekan ya S-400 berdin.

Blinken da zanîn, bikaranîna sîstema S-400 berevajî hemû wan pabendiyan e ku hevpeymanên wan di lûtkeya Warşo ya sala 2016, ji bo kêmkirina piştgirêdan bi kelûpelên serbazî yê Rûsya li ser lihev kiribûn. Kirîna wê sîstema asayîşa Amerîka û teknolojiya û serbazên Hevpeymanên wan dixe metirsiyê de. Di heman demê de dibe sedema lawazkirina karkirina hevbeş di nava Hevpeymaniya NATO de.

Blinken amaje bi wê yekê da, ew bi hêvî ne Tirkiyê bigihe qonaxekê û wê pirsgirêkê çareser bike, girîng e Enqere û hevpeymanên din yê Amerîka di siberojê de ti corên çekên Rûsî nekirin.