AP : Di 20 salan de zêdetirî 2.400 leskerên Amerîka hatin kustin
PeyamaKurd – Piştî Amerîka leşkerên xwe ji Afxanistanê vekişand, Ajansa Associated Pressê li ser encama mayîna Amerîkayê ya li Afxanistanê encamnameyekî belav kir. Li gor AP ê; di nav 20 salan de zêdetirî 2.400 leşkerên Amerîkayê li Afxanistanê jiyana xwe ji dest dane.
Piştî El Qaîde di 11 ê êlûn a 2011an de li Barûyên Cêwî navenda bazirganiyê ya Amerîkayê xist, Amerîka ket Afxanistanê û heya niha di şer de zêdetirî 172 hezar mirov jiyana xwe ji dest dan. Li Afxanistanê heya niha 2.448 leşkerên Amerîkayê û 3.846 Afxaniyên terefdarê Amerîkayê hatin kuştin.
Ji sîvîlan jimara kesên hatine kuştin 47.245 e û ji artêşa Afxanistanê 47.245 leşker hatine kuştin. Ji Talîbanê û muxalifên din yên şerker 51.191 kes hatine kuştin. Ji NATO û welatên din li Afxanistanê 1.144 leşker mirin.
Li aliyê dinê ji rêxistinên mirovî yên li Afxanistanê dixebitîn 444 kes û ji rojnamevanan 72 rojnamevan hatin kuştin.
Li gor ragihgandina serokê Amerîkayê Joe Biden, Amerîka bo Afxanistanê di 20 salan de di ser 1 trîlyon dolarî de pere serf kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin