Apê Esed Rifat Esed di mala xwe de mirî hat dîtin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku apê Serokê Sûriyê Beşar Esed Rifat Esed li Lazkiyeya ku yek ji bajarên bendergeha girîng a Sûriyê ye di mala xwe de mirî hat dîtin.
Rifat Esed ku bi salan li sirgûnê ma, di sala 2021ê de bi destûra biraziyê xwe Beşar vegeriya Sûriyê.
Rifat Esed ji ber qetlîamên ku di sala 1982an de kiribû wek "Qasabê Hemayê" dihat naskirin.
Di Kanûna 2013an de Serdozgeriya Komarê ya Swîsreyê li dijî Rıfat Esed lêpirsînek sûcê şer dabû destpêkirin.
Bi vî awayî Rifat Esed piştî zêdetir ji 30 salan ji sirgûnê di sala 2021ê de bi destûra biraziyê xwe Serokê Sûriyê Beşar Esed vegeriya Sûriyê û li Laziqiyê bi cih bû.
Derbarê sedema mirina Rifat Esed de heta niha ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin