Arnawidê 19 zarok û jinên DAISê ji destê Rêveberiya Rojava wergirtin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hikûmeta Albanyayê (Arnawud) 19 zarok û jinên malbatên DAIŞê yên welatiyên Albanî ji kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê wergirtin.
Konsulê giştî yê Albanyayê yê li Sûriye, Lubnan û Urdunê Mark Gharib û şandeya ewlehiyê ya ligel wî doh Şemiyê 14 zarok û 5 jinên DAIŞê ji Rêveberiya Xweser wergirtin.
Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Umer da xuyakirin, ev serdana duyemîn a şandeya Albanyayê ji bo herêmên wan e ku pêştir şandeke Albanî jinek û 4 zarok wergirtibûn.
Omer got: “Em ji hemû dewletan dixwazin ku berpirsyariyên xwe yên li hemberî zarokan bi cih bînin, ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku ew zarok bêguneh in, tenê bûne qurbanî. Divê hemû dewlet berpirsyariyên xwe li hemberî wan bi cih bînin û wan vegerînin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, di Kampa Holê ya li bajarê Heseke de, li gorî rayedarên Neteweyên Yekbûyî 62 hezar kes dimînin ku piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.
Rêvebiriya Xweser gelek caran bang li welatên cihanê dike, welatiyên xwe ji kampan vegerînin welatên xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin