Artêsa Rûsyayê li Harkovê xist: 3 kustî û 29 birîndar hene

22 June 2024 23:19 0 dîtin
Artêsa Rûsyayê li Harkovê xist: 3 kustî û 29 birîndar hene

PeyamaKurd – Hêzên Rûsyayê li Ûkraynayê li bajarê Harkovê êrîşê ser apartmanekî kirin û di encamê de 3 kes mirin û 29 kes birîndar bûn. Serokê Ûkraynayê Zelenski got:

“Ji bo leşkerên Rûsyayê û balafirên wan bidin rawestandin pêdiviya me bi biryarên xwurt yên hevkarên me hene.”

Di êrîşê de gelek erebe xesarê dîtin û piştî êrîşê parêzgerê Harkovê Oleh Syniehubov ragihand ku di nav birîndaran de 2 zarok hene û ji birîndaran rewşa 4 kesan xedar e.

Parêzger got ku hêzên Rûsyayê 4 cara êrîşê bajêr kirine.