Artêsa Amerîkayê hêzên Rûsyayê ji Tili Temirê vegerand
PeyamaKurd- Îro jî hêzên artêşa Amerîkayê li Til Temir a Sûriyê leşkerên Rûsyayê paşde vegerand. Leşkerên Amerîkayê di nav 8 rojan de ev cara 4 ê ye ku li bajarê Hesîçayê rêya leşkerên Rûsyayê dibire û wan paşde dişîne. Leşkerên Rûsyayê dixwazin xwe bigihînin rêya rojavayê Hesîçayê ya M4 ê lê leşkerên Amerîkayê nahêlin.
Leşkerên Amerîkayê bi 10 alavên zirxî vê sibehê çûne Til Temir a rojavayê Hesîçayê. Leşkerên Rûsyayê ji rojavayê Til Temirê ji herêma Kaniya Aştiyê xwestin herin nav Til Temirê û hêzên Amerîkayê nehiştin bikevin nav bajêr.
Rûsya ji Herêma Kaniya Aştiyê helîkopterekî rakir lê leşkerên Amerîkayê 2 helîkopteran rakirin û kirin ku helîkoptera Rûsyayê xwe danî ciyê xwe. Leşkerên Rûsyayê mecbûr man dagerin baregehên xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin