Artêsa Azad li Efrînê 10 kesan revand
PeyamaKurd- Hêzên bi ser artêşa Azad ya Sûriyê ku Tirkiye destekê dide wan, li bajarê Efrînê 1 kesekî kuştin û 10 kesan revandin. Mirovê wan deh kesan Mustafa Şêxo bo tv ya Rûdawê ragihandiye ku ji malbata wî 10 kes hatine revandin. Sedem jî ku Şêxo kiryarên îhlala mafên mirovan aşkera kiriye û derxistiye holê. Mustafa Şêxo aktîvîstekî sîvîl e.
Şêxo ragihandiye ku grûbeka bi ser Artêşa Azad ve li Efrînê li taxa Eşrefiye avêtine ser mala Muhyeddîn Oso û xwestine pere wî bidizin. Oso di bûyerê de hatiye kuştin û 100 hezar dînarê wî jî birine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin