Artêsa Îranê: “Me dest danî ser tankêra Îngîlîzan”
PeyamaKurd- Tankêreka Brîtanyayê (Îngîlîz) ya petrolê ya bi navê Stena Imperoyê ku di Derya Hurmizê de diçû, pêre pêwendî hat birin û Artêşa Parazvanên Îranê ragihand ku dest danîne ser tankêrê. Hat ragihandin; tanker di dema ku di Derya Hurmizê de seyr dikir, bi yek carê berê xwe da nav ava Îranê.
Balkêşe bûyer piştî tankêra Îranê ji aliyê rêvebiriya otonom ya di bin destê Brîtanya de ji aliyê Cebelîtariqê de dest danîbû ser, çêbû. Beyana ku ji aliyê artêşa Îranê de hat dayîn tenê ev bû:
“Me di Derya Hurmizê de dest danî ser tankêreka Brîtanyayê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin