Pakistanê dest danî ser tankêra petrolê ya Îranê

08 August 2020 17:36 0 dîtin
Pakistanê dest danî ser tankêra petrolê ya Îranê

PeyamaKurd- Sekreterê giştî yê Komîta Karên Hundir yê Senatoya Pakistanê Rahman Malik ragihand ku wan li ser daxwaza Amerîkayê dest daniye ser tankêreka Îranê ku petrolê hildigre. Nûçe ji aliyê medya Îranê de hat ragihandin. Malik got ku mijar ji aliyê Pakistanê de girînge û weha got:

“Ev mijarekî navdewletiye û dibe Pakistan di halekî zor de bimîne.”

Malik dibêje ku di çarçoveya dorpêçên Amerîkayê yên navdewletî bo ser Îranê de, dest danîne ser tankêra Îranê.