Dest danîn ser tankêra ku petrolê dibir Sûriyê

04 July 2019 22:44 0 dîtin
Dest danîn ser tankêra ku petrolê dibir Sûriyê

PeyamaKurd- Rêvebiriya serbixwe ya Cebelîtariqê dest danî ser tankêra bi navê Grace 1 ê. Sedem jî nîşan da ku tanker petrolê dibe Sûriyê bo rafîneriya bajarê Banyasê. Rêvebirî tankêra petrolê da rawestandin û weha got:

“Sedemên me hene ku em bawer bikin ev tankêra petrolê bo Sûriyê bo bajarê Banyasê petrola xam dibe. Ev tanker petrolê dibe rafîneriya Banyasê ku di çarçoveya dorpêça Yekîtiya Awrûpayê bo Sûriyê li serê qedexe heye.”

Rêvebiriya Cebelîtariqê bi serê xwe otonome lê bi ser Brîtanya ve ye. Serokê hukumeta Cebelîtariqê Fabian Picardo, li ser mijarê bo çapemeniyê ragihand ku ber destê sibê, wezîfedarên lîmanê û karmendên bi ser wê de, egera qanûn anîn cîh û bi alîkariya tîma parastvanên peravê, tankêra ku petrola xam dibir Sûriyê, dan rawestandin û dest danîne ser tanker û barê wê.

Biryara Yekîtiya Awrûpayê bo ser Sûriyê ya dorpêça petrolê, di dawiya sala 2011an de hatibû girtin û ambargoya petrolê heya 1 ê hezîrana 2020an dirêj kiribû.