Îran dest danî ser tankêra petrolê ya ku ji Tirkiyê re petrolê dibir
PeyamaKurd – Îranê dest danî ser tankêra petrolê ya ku li derya Ummanê de di rêya xwe de diçû. Sala borî Amerîkayê dest danîbû ser heman tankêra bi navê St Nikolas. Hat ragihandin ku Îran bi biryara dadgehê dest daniye ser tankêrê. Tankêr niha ber bi lîmanên Îranê ve diçe. Di çapemeniya Îranê de li ser tankêrê weha hat gotin:
“Sala borî piştî Amerîka petrola Îranê dizî, bi biryara dadgehê hêzên deryayê yên Îranê îro dest danî ser tankêra bi navê St Nikolas.”
Bi sedema petrola Îranê di tankêrê de hebû, sala borî Amerîkayê dest danîbû ser tankêra bi navê Suez Rajan ku niha navê tankêrê St Nikolas e. Heman tankêra ku Amerîka sala borî dest danîbû ser, tê de 980 hezar varêl petrol hebû.
Li gor ragihandina şîrketa Yûnanî ya bi navê Empire Navigation ku tankêrê dixebitîne; di tankêrê de 145 hezar ton petrola xam heye û 19 xebatkarên wê hene. Ji 19 xebatkaran 18 kes Fîlîpînîne û yek kes Yûnaniye. Niha şopa tankêrê wenda kirine ji ber çîpa wê dane rawestandin.
Li ser bûyerê şîrketa petrolê ya Tirkiyê ya bi navê Tüpraşê daxuyanî da û got:
“Petrola ku me ji şîrketa petrolê ya Iraqê SOMOyê kiriye, wê tankêr petrola me ya bi miqdarê 140 hezar tonî bigihanda lîmana Basrayê. Operasyona me ya rafîneriyê li gor plan dimeşe û bûyer ti bandorê li ser me nake.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin