Artêsa Iraqê çekên giran sandin Singalê
PeyamaKurd-Artêşa Iraqê hêzên xwe li Şingalê zêdetir dike. Hat zanîn ku armanca zêdekirina hêzên Artêşa Iraqê, kontrolkirina sînorê Şingalê ya ligel Rojavayê Kurdistanê ye. Hat ragihandin ku rewşa Şingalê niha gelek aloz e û koçber nikarin vegerin warê xwe.
Li gorî agahiyên ku berpirsên PDKê yên li Şingalê dane Basnewsê, Artêşa Iraqê çekên giran şandine Şingalê û hejmara hêzên xwe jî li deverê zêde kiriye. Hat zanîn ku ji fermandariya hêzên pêşmetrge yên li Şingalê jî hatiye ragihandin ku xelkê vegeriyane ser axa xwe, ji ber aloziyên navbera PKKê û Artêşa Iraqê ne aram in.
Di dewama agahiyan de tê gotin ku bûyerên ku li Şingalê diqewimin, bandora xwe li hemû deverên rojavayê Dîcleyê dike û di nav Parlementoya Iraqê xebat tên kirin da ku koçber vegerin warê xwe û li Şingalê jî rewş asayî bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin