HSD: Sam razî bû çekên giran û bi kalîte ji bo rûbirûbûna gefên artêsa Tirkiyê ji me re bisîne

07 July 2022 11:00 0 dîtin
HSD: Sam razî bû çekên giran û bi kalîte ji bo rûbirûbûna gefên artêsa Tirkiyê ji me re bisîne

PeyamaKurd – Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) diyar kir, rêveberiya Sûriyê razî bûye çekên giran û bi kalîte ji bo xetên pêwendiyê yên li gundewarên Reqa û Helebê bişîne, ji bo rûbirûbûna gefên artêşa Tirkiyê û çekdarên wê.

Li gor Berdevkê HSDê Aram Hinna di hevpeyvîneke bi ajansa “Sputnik” re li ser hûrgiliyên rêkeftina di navbera HSD û Şamê de ji bo rûbirûbûna gefên Tirkiyê de axivî û da zanîn: “Li gorî pêngavên meydanî û pêwîstiya me bi çek û topên kalîte, tank û wesayitên zirxî ji bo xurtkirina karînînên me yên berevaniyê li dirêjahiya rojavayê herêmên me yên li eniya Eyn Îsa û Kobanî li gundewarên Reqa û Helebê, hikûmeta Sûriyê razî bû ku wan bişîne.”

Hinna eşkere kir: “Ev hêz wê piştgiriya pozîsyona me ya berevaniyê bike, bi awayekî ku garantiya rawestandina artêşa Tirkiyê û çekdarên wê yên terorîst bike û rê li ber dagirkirina herêmên nû bigire.”

Herwiha Hinna destnîşan kir: “Lihevkirina ku di vê demên dawî de pêk hatiye, di çarçoveya leşkerî de ye, bi taybetî parastina yekparçeyiya axa Sûriyê û rûbirûbûna êrîşeke gengaz a artêşa Tirk a dagirker û çekdarên wê.”

Di berdewamiyê de Berdevkê HSDê got: “Hêzên me li hev kirin ku pêgehên li rojava Eyn Îsa û Kobanî bi hêz bikin, ji ber ku pêwîstiya qada leşkerî bi wê heye û ji bo aramî û ewlekariya bajar û gundên me bi giştî.”

Hinna diyar kir: “Dibe ku xeta sînorî yan jî xeta pêwendiyê bi awayekî ku garantiya bilindkirina şiyana berevaniyê ya hêzên me bike, were xurtkirin, bêyî zêdekirina hejmara hêza mirovî bike.”

Herî dawî Berdevkê HSDê tekez kir: “Hêzên me hîna li cihên xwe ya berê ne û pabendî têgihîştinên berê yên pêwendîdar in, lê hevalên me ji Til Rifat û Minbicê û ji her cihekî li bakur û rojhilatê Sûriyê ne dûr in. Em li hember dagîrkerî û hevalbendên wê, dest ji vê xakê bernadin.”