Artêsa Iraqê ji bo rêlibergirtina êrisên DAISê zêdetir hêz sandin Kerkûkê
PeyamaKurd - Artêşa Iraqê ji ber êriş û çalakiyên DAIŞê yên van demên dawiyê hêzên zêdetir şandin başurê Kerkûkê.
Fermandarekî Artêşa Iraqê General Saad Harbiye ragihand ku ji bo rêlibergirtina êrişên terorê hêzên zêdetir dişinin bejahiya başurê parêzgeha Kerkûkê.
Rêxistina terorê a DAIŞê di demen dawiyê de, bi taybetî jî li Kerkûkê bi awayekî berbiçav çalakî û êrişên xwe zêdetir kirine.
Rayedarên ewlekariyê di wê baweriyê de ne ku rêxistin kêmasiya rêveberî û ewlehiyê wekî derfetekê bi kar tîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin