Artêsa Lîbyayê balafirek ser a Tirkiyê xist

23 July 2020 10:45 0 dîtin
Artêsa Lîbyayê balafirek ser a Tirkiyê xist

PeyamaKurd - Li gor Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê bi Serokatiya Xelîfe Hefter ragihand, li nêzî Sirteyê balafirek Tirkiye ya bêbalafirvan xistine xwarê.

Efserê di Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê de Mehmûd Mirxenî ragihand, îro dane sibê balafireke bêbalafirvan a Tirkiyê ji Misrata rabû û berê xwe da Sirteyê bi armanca Artêşa Niştimanî bombebaran bike, lê sîstema wan a esmanî berî balafira Tirkiye dest bi bombebaranê bike, ew xistin xwarê.

Ev çend roj in di navbera hêzên Hikûmeta Wîfaq bi piştevaniya Tirkiyê û Artêşa Niştimanî ya Lîbyayî de, li eniya Misrata, Sirte û Cifre de sar bûye û tu şerên giran rû nedane.

Rûsya û Tirkiyê do di derbarê rewşa Lîbya de li ser 4 xalan li hev kiribûn û xala girîng ew bû, ku dive krîza Lîbyayê bi rêyên serbazî neyên çareserkirin.