Artêsa Myanmarê êrîsê ser gund kir û 19 kesan kust

13 May 2023 00:03 0 dîtin
Artêsa Myanmarê êrîsê ser gund kir û 19 kesan kust

PeyamaKurd – Hat gotin ku li Myanmarê piştî artêşê û grûbên çekdar lihev xistin, hêzên artêşê avêtin ser gundeki û herî kêm 19 kesan kuştin û wan şewitandin. Li gor ragihandina Radyoya Asya Azad (RFA) ku ji aliyê hukumeta Amerîka de tê fînansekirin, li Mynamarê li orta welat, li devera Bagoyê, artêş ketiye gundê Nyaung Pin Tharê û esker 4 ji wan zarok bi temamî 19 kesên sîvîl kuştiye.

Rêvebirê Hêzên Parastina Gel (PDF) ragihandiye ku roja 10 ê gulanê roja çarşemê di navbera artêşa Myanmarê û PDF ê de şer çêbûye, 20 leşker hatine kuştin û 3 fermandarên esker jî dîl girtine. Rêvebirê PDF ê gotiye ku piştî şer, artêşa Myanmarê ber bi gundê Nyaung Pin Tharê ve çûye.

Gundiyekî gundê Nyaung Pin Thar ê ji bo Associated Pressê gotiye ku 10 leşker ketine nav gund û jina wî, keça wî ya 7 salî û bi temamê 11 mirovên wî kuştine.