Artêsa Rûsyayê bi mosekên Kruzê li Odessayê xist!
PeyamaKurd – Ukrayna ragihand ku di êrîşa moşekî ya Rûsyayê ya li ser Odessa de herî kêm 3 kes mirin û 13 kes jî birîndar bûn.
Fermandariya Başûr a Hêzên Çekdar ên Ukraynayê diyar, Rûsyayê 4 moşekên krûz avêtine bajêr û 2 fuzeyên ku berê hatibûn avêtin jî beriya ku bigihêjin hedefên xwe hatin îmhakirin.
Hat ragihandin ku li navenda bajêr navendeke karsaziyê, saziyeke perwerdehiyê, komplekseke niştecihbûnê, kargehên xwarinê û dikanên li navenda bajêr zirar dîtine.
Herwiha hat eşkerekirin, di êrîşê de herî kêm 3 kes mirin, xebatên rakirina mayînan dewam dikin û dibe ku di bin xirbeyan de kes hebin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin