Artêsa Sûriyê di bin çavdêriya hêzên rûsî de sewqiyateke mezin a leskerî kir
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên artêşa Sûriyê bi çavdêrî û parastina helîkopterên Rûsyayê di çend saetên dawî de sewqiyatên mezin ên leşkerî şandine eniyên deverên di bin kontrola Tirkiye û komên çekdar de.
Li gorî SOHRê sewqiyata hêzên Sûriyê li navçeyên Til Rihal, Digilbaş û Til Zoyan ên li nêzî bajarê Babê yê gundewarê rojhilatê Helebê hatine bicihkirin ku ji tank, moşekavêj, cebilxaneya leşkerî û lojistîk pêk tên.
Herwiha sewqiyatên din ji balafirgeha Giwêrisê ya leşkerî bo bajarê Tadefê yê nêzî Babê hatine şandin.
Hêjayî gotinê ye, piştî ku hewldanên Rûsya û Tirkiyê yên ji bo çareserkirina pirsgirêka Idlibê têk çûn artêşa Tirk jî sewqiyatên mezin dişîne herêmê ku artêşa Sûriyê jî amadekariya operasyoneke mezin bo derxistina çekdarên girêdayî Tirkiyê li herêma Idlibê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin