Artêsa Sûriyê li Idlibê kontrola 10 gundên din bidest xist

31 August 2019 15:59 0 dîtin
Artêsa Sûriyê li Idlibê kontrola 10 gundên din bidest xist

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama operasyonên artêşa rejîma Sûriyê de li dijî Xan Şêxûnê ku 4 meh berê bi piştgiriya hêzên esmanî yên Rûsyayê hatibûn detpêkirin 10 gundên din jî kontrol kirin.

Li gorî zanyariyên çavkaniyeke leşkerî yê Sûriyeyî, artêşa Sûriyê di operasyonên li dijî serhildêran de bi pêş ve diçe û di encama wê pêşdeçûnê de serhildêrên cîhadîst hatin dorpêçkirin.

Hat diyarkirin ku komên cîhadîst di encama wê dropêçê de ji gundên wekî El Huveyn el Kabir, Tell Gubar, El Sakkiyat, Tell Sakkiyat, El Tamania, Tell Turki, Tell Seyid Ali, Tell Seyid Cafer vekişiyane.