Medya Sûriyê: Artêsa Esed amadekariya serê bejahî li Idlibê dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Sûriyê ya girêdayî rejîma Beşar Esed li devera el Cebel El Zawiye ya di bin kontrola Rûsyayê de, amadekariya şerê bejahî dike.
Li gorî ragihandina medya Sûriyê di hevdîtina Pûtîn – Erdogan a Soçiyê de li ser berdewama agirbestê lihevkirin çênebûye û piştî wê hevdîtinê jî artêşa Sûriyê ji bo Idlibê ketiye tevgerê.
Rojname û malperên Erebî yên Sûriyê didin xuyakirin ku artêşa rejîmê sewqîyatên mezin bo herêmê kirine û amadekariya şerekî mezin li dijî rêxistina HTŞ (El Nûsra ya berê) dike.
Herwiha tê gotin ku li devera operasyon bê kirin nêzîkî binkeyên artêşa Tirkiyê ye û artêşa Tirk jî çend roj berê hêzên teqwiya şandine deverê ku niha 79 binkeyên artêşa Tirkiyê li Idlibê hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin