Artêsa Tirkiyê car din sînorên Basûrê Kurdistanê topbaran kir
PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê îro Sêşemê careke din dest bi topbarana navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê kir.
Hat ragihandin ku îro danê sibehê artêşa Tirkiyê bi hinceta hebûna PKKê, rêzeçiyayê Xamtîr ê dikeve sînorê bajarokê Derkar ê Zaxoyê topbaran kir.
Rêveberê bajarokê Derkarê Şîlaş Fendî ji Rûdawê re derbarê topbaranê de ragihandiye ku topbaranê îro li demjimêr 08:30 dest pê kiriye û 25 guleyên topê li deverê ketine û demjimêrekê dom kiriye.
Şîlaş Fendî daye zanîn ku di encama topbaranê de ti zirarên canî çênebûne, lê tirs ketiye dilê niştecihên gundên navçeyê.
Hêjayî bibîrxistinê ye, artêşa Tirkiyê ji 15ê Hezîrana îsal ve operasyên asmanî û bejahî li dijî PKKê li nav sînorên Başûrê Kurdistanê dane destpêkirin ku nêzîkî 10 binkeyên leşkerî jî di nav axa Başûrê Kurdistanê danîne ku piraniya wan dikevin aliyê rêzeçiyayê Xamtîrê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin