Artêsa Tirkiyê dora kampa Holê bombardiman dike
PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê bajarê Qamîşlo ya bi ser bi Hesîçayê de, der û dora kampa Holê bombaran dike ku di kampê de IŞİD dimînin. Mala Çavdêriyê ya Sûriyê SOHR jî ragihand ku hinek girtiyên kampa Hol ê hewl dane ku birevin. Berdevkê çapemeniyê yên HSD ê Ferhad Şamî di ser hesabê xwe yê Tiwtterê de bi Îngîlîzî weha ragihand:
“Hêzên parastinê yên ku nav kampa Holê diparêzin hatin bombebarankirin, hinek malbatên IŞİD ê ji kampê reviyane û HSD dixebite da ew malbatên reviyane bigre.”
North Press Agency (NPA) jî di nûçeya xwe ya ji bo bombebaranê de got ku balafirekî bîrên petrolê yên ku ji kampê çend km dûre, bombe kiriye. Di nûçeya NPA de hat gotin ku balafir hêzên asayîşa kampê kiriye hedefa xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin