Artêsa Tirkiyê du gundên Efrînê topbaran dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê û hêzên komên Tirkiye piştevaniya wan dike, îro gundên navçeya Şêrewa yên Efrînê Bîne û Eqbîye topbaran kirin. Hat diyarkirin ku hîn jî ew topbaran berdewam dike.
Li gor çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê îro artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Suriyê gundê Bîne û Eqbîye li navçeya Şêrawa ya bajarê Efrînê topbaran kir, lê heta niha ziyanên canî û madî yên wê topbaranê nehatine zanîn.
Jêderêên herêmê dan xuyakirin ku heta ev nûçe dihat amadekirin jî topbaran berdewam bû.
Bajarê Efrînê 18 Adara sala 2018an ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdarên opozisyona Suriyê ve hatibû dagirkirin ku ji wê demê heta niha jî bûyerên; kuştin, revandin, dizî, talan, îşkence û destdanîna ser milkên xelkê berdewam e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin