Artêsa Tirkiyê gundekî Til Rifetê topbaran kir

11 November 2020 14:30 0 dîtin
Artêsa Tirkiyê gundekî Til Rifetê topbaran kir

PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê gundê Şêx Îsa li nêzîkî bajarê Til Rifetê li navçeya Şehba ya ser bi Rêveberiya Xweser ve topbaran kir.

Li gor zanyariyan, di êrîşa şeva Sêşemê de, komên çekdar ên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê jî beşdarî topbarankirina navçeya li bakurê Helebê bûne.

Çavkaniyên xwecihî heta niha tu zanyarî di derbarê encam û zerar û ziyanên topbarankirinê de belav nekirine.

Gundê Şêx Îsa li navçeya Şehbayê di bin destê hêzên Kurdî de ye û hêzên Hikûmeta Sûriyê jî li navçeyê hene.