Artêsa Tirkiyê xalên YPGê li Til Rifetê topbaran dike

03 September 2019 13:50 0 dîtin
Artêsa Tirkiyê xalên YPGê li Til Rifetê topbaran dike

PeyamaKurd- Li devera Şehbayê li bakurê Helebê şer di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û komên girêdayî artêşa Tirkiyê ve şer derket û û artêşa Tirkiyê (TSK) binkeyên YPGê li devera Şehbayê topbaran kirin.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) belav kir, şervanên YPGê hewil dan li bajarokê Merenazê li rojhilatê Efrînê bipêş bikevin, lê rûbirûyî grûpên çekdar bûn û şer di navbera wan de derket. Rewangehê da zanîn, di encamê de çekdarek hat kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn û kuştî û birîndar ji aliyê YPGê jî hene.

Li gor Rewangehê, piştî wî şerî, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar bi topan binkeyên YPGê li Merenaz, Malkiye, Elqemiye, Şiwarxe û derdora Til Rifatê topbaran kirin.

Devera Şehbayê dikeve bakurê Helebê û rojhilatê Efrînê û ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, zêdetir ji 200 hezar derbiderên Efrînê lê bicih dibin. 

Her car jî şer di navbera komên çekdar û YPGê de li wê herêmê derdikeve û gelek caran jî artêşa Tirkiyê wê navçeyê topbaran dike û xelkê sivîl dibin qurbanî.