Artêsa Yemenê %80 yê bajarê Haradê xist destê xwe

12 February 2022 00:13 0 dîtin
Artêsa Yemenê %80 yê bajarê Haradê xist destê xwe

PeyamaKurd – Bajarê Haradê yek bajarê Yemenê ye û dikeve rojavayê-bakûrê Yemenê û bi parêzgeha Hacce ve girêdayiye, ji aliyê artêşa Yemenê de, % 80 yê wê ji destê Hûsyiyan derket. Ragihandin ji aliyê artêşa Yemenê de hat kirin.

Berdevkê artêşa Yemenê Abdul Meclî ragihand ku ji 4 ê sibatê heya îro li bajarê Haradê û derdora wê di navbera hêzên artêşê û Hûsiyan de şer dewam dike. Di nav ciyên rizgarkirî de xeta navdewletî heye ku ji 70 km mesafeyê bajarên Hacce û Hudeyde bi hevre girêdide.

Mecli, ragihand ku artêş ber bi navenda Haradê ve diçe û endazyarên artêşê dixebitin da mayîn û teqemeniyên ku ji aliyê Hûsiyan de di rêyan, dezgeyên dewletê û xaniyên hemwelatiyan de hatin bicîhkirin, dixebitin da paqij bikin.

Li Haradê ciyê ku artêş ji destê Hûsiyan derxistiye, ciyekî wisaye ku rêya diçe Erebistana Si’ûdiyê, ji wê derê jî bi rêya diçe Erebistanê ve tê girêdan.