Artêsa Yemenê li bajarê Taîzê 2 deveran xist destê xwe

12 March 2021 01:06 0 dîtin
Artêsa Yemenê li bajarê Taîzê 2 deveran xist destê xwe

PeyamaKurd – Artêşa Yemenê piştî şerekî xurt karibû li rojavayê bajarê Taîzê 2 noqteyên sratejîk ji destê Hûsiyan derxe û bixe destê xwe. Li gor ragihandina navenda agahiyan ya artêşê ya bajarê Taîzê; ku di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihandina xwe kiriye, dibêje hêzên hukumetê û Hûsî li rojavayê Taîzê li deverên Makbana û El-kedhayê şerên dijwar kirine.

Dewletê her dû deveran xistiye destê xwe û ji Hûsiyan gelek zayiat heye. Bi sitendina Makbana re tûxayên Asmalîka yên ku ser Derya Sor bicîhkirîne, her dû cephe bûne yek.

Devera Kedhayê jî li ser rêya 4 navçeyên bajarê Taîzê ye ku her 4 navçeyan digihîne hev. Bi sitendina van her dû deveran temamê cepheya artêşa Yemenê bûye yek perçe.