Artêsa Yemenê li nav civîna Hûsiyan û Îraniyan xist

22 November 2020 00:28 0 dîtin
Artêsa Yemenê li nav civîna Hûsiyan û Îraniyan xist

PeyamaKurd – Artêşa Yemenê li bajarê El-Cewfê li nav koma civîna Hûsiyan û artêşa Îraniyan xist. Ji artêşa Îranê hinek kes tevlî civîna Hûsiyan bûbûn. Ragihandina qewimandinê ji aliyê Navenda Enformasyonê ya artêşa Yemenê de bi awayekî nivîskî hat kirin.

Li gor ragihandina navendê; artêşa Yemenê li bajarê Cewfê li navçeya El-Hazmê, rêvebirên Hûsiyan bi tevlîbûna hinek kesên ji artêşa Îraniyan civînekî lidarxist û artêşa Yemenê bi topan li baregeha qişlayê ya ku tê de civîn çêbû, xist. Di êrîşê de mirî û birîndar hene, alavên Hûsiyan di bin ewlekariyeka xurt de birîndaran ji deverê dûr xistine.

Bi heman êrîşê re, hêzên koalîsyonê yên di bin serpereştiya Erebistana Si’ûdî de, ji hewayê de êrîş birine ser deverê û ji Hûsiyan gelek kes ji nav çûne.

Heya niha ji aliyê Hûsiyan di mijarê de ti agahî nehatiye belavkirin.