Asayîsa Duhokê: Êrîsa ser baregehê êrîseke terorîstî ye, êrîskar hatiye kustin

12 December 2022 19:16 0 dîtin
Asayîsa Duhokê: Êrîsa ser baregehê êrîseke terorîstî ye, êrîskar hatiye kustin

PeyamaKurd – Rêveberiya Asayîşa Parêzgeha Duhokê derbarê êrîşa îro Duşemê 12ê Kanûnê li ser baregeha asayîşa rojhilatê Duhokê ku bi asayîşa Belde tê naskirin, daxuyanî da. Hat ragihandin ku di encama êrîşê de, karmendekî sivîl yê asayişê şehîd bûye û yekî din jî birîndar bûye.

Herwiha êrîşkarê ku bixwe kesekî ereb bûye jî dema pevçûna ligel hêzên asayişê hatiye kuştin.

Rêveberiya Asayîşa Parêzgeha Duhokê ragihand ku êrîşa li ser avahiya baregeha Asayişê ya li nav bajêr êrîşeke terorîstî ye.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:  “Îro danê nîvro di demjimêr 12:39 xulekan de terorîstekî bi navê L.H.C hewl da êrîşê bike ser baregeha Rêveberiya Asayîşa Rojhilatê Bajarê Duhokê, lê demildest karmendên me rûbirûyî wî bûn û ew kuştin.

Mixabin di encama rûbirûbûnê de karmendekî me şehîd bû û yek jî birîndar bû û dest bi lêkolînê hatiye kirin û em ê encama wê bo raya giştî diyar bikin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Em welatiyên xwe piştrast dikin ku rewşa ewlehiyê di bin kontrolê de ye û em ê li hember her hewleke têkderane rawestin û em rê nadin aramiya bajarê me têk bidin.”