Asayîsa Kurdistanê îtirafên terorîstên DAISê ku amadekariya êrîsên ser Hewlêrê dikirin belav kir

05 September 2021 21:49 0 dîtin
Asayîsa Kurdistanê îtirafên terorîstên DAISê ku amadekariya êrîsên ser Hewlêrê dikirin belav kir

PeyamaKurd - Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê îtirafên komek terorîstên DAIŞê belav kir ku dixwestin li nav Hewlêrê çalakiyên terorîstî bikin.

Encumena Asayişa Kurdistanê îro Yekşemê 5ê Îlonê, îtirafên komek terorîstên DAIŞê belav kir ku amadekarî ji bo çalakiyên terorîstî li Hewlêrê dikirin.

Li gorî îtirafên wan terorîstan, wan dixwest li nav Hewlêrê êrîşên terorîstî bikin û kesên biyanî û ewlehiyê bikin armanc.

Encumena Asayîşa Kurdistanê daye xuyakirin, hêzên Dijîteror û asayişa Hewlêrê karîne wê banda terorê bigirin û planên wan pûç bikin.