Asayîsa Rojava: 21 bazirgan û firoskarên tilyakê hatin girtin

04 September 2024 17:31 0 dîtin
Asayîsa Rojava: 21 bazirgan û firoskarên tilyakê hatin girtin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hêzên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîşa Rojavayê Kurdistanê) li Dêrazorê 21 firoşkar û bazirganên narkotîkê tevî çek û cebilxane û madeyên hişbir girtin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn de hatiye eşkere kirin, hêzên wan yên li dijî narkotîkê di çend rojên borî de piştî şopandin û komkirina zanyariyan, gelek operasyon li ser cihên kesên ku destê wan di firotin û belavkirina narkotîkê de heye, pêk anîne.

Di encama operasyonanê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn 21 firoşkar û belavkarên narkotîkê girtine ku qederek madeyên narkotîkê yên bi wan re jî desteser kirine ku ji hezar û 7 gram mîsa krîstal, 40 hebên Captagon, hejmarek heşîş û hebên hişbir û mîlyonek lîreyên Sûrî pêk tê.

Hate diyarkirin ku li ser firoşkorên narkotîkê 2 bombe, 3 damance, kalaşnîkovek, 2 tifingên nêçîrê û gelek tiştên din hatine girtin.