Asayîsa Rojava: Li Dêrazorê 18 bazirganên madeyên hisbir hatin desetserkirin
PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) ragihand, 18 bazirgan û bikarhînerên medayên hişbir li gundewarê Dêrazorê hatin desteserkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin "Hêzên me piştî şopandina tevgerên wan û bidestxistina îsbatên ku madeyên hişbir bi kar tînin û belav dikin, operasyonên bi bandor pêk anîn. Operasyon li hejmarek gund û bajarên Dêrazorê an ku li cihên bazirgan û bikarhînerên madeyên hişbir hatin lidarxistin. Di operasyonan de 18 bazirgan û bikarhînerên madeyên hişbir hatin binçavkirin."
Hate diyarkirin ku miqdareke madeyên hişbir, pere, zêr, çek û telefon ên li gel bazirganan hatin desteserkirin.
Di daxuyaniyê de hate ragihand ku piştî bidawîbûna lêpirsînê, 18 kes sewqî dadgehê hatin kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin