Asayîsa Rojava bi sasî li karwana Rêveberê Dêrazorê xist: 1 kustî, 3 birîndar

31 January 2021 12:12 0 dîtin
Asayîsa Rojava bi sasî li karwana Rêveberê Dêrazorê xist: 1 kustî, 3 birîndar

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hevserokê Encûmena Sivîl yê Dêrazor Xesan Yûsif ku ji aliyê endamên trafîka serbazî ya Rêveberiya Xweser ve bi şaşî hatibû armanckirin, ji mirinê rizgar bû.

Hat ragihandin ku doh karwana Hevserokê Encûmena Sivîl a Dêrazorê Xesan Yûsif rastî êrîşekê hat û ew ligel du kesên din birîndar bûn û kesek ji hat kuştin.

Piştî bûyerê, Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) a ser bi Rêveberiya Xweser ve di daxuyaniyekê de belav kir, 3 otomobîl bêyî ku ji leza xwe kêm bikin di rêbendeke leşkerî ya Reqayê re derbas bûn, vêca endamên wê rêbendê gule bi ser wan otomobîlan de berdan û di encamê de ajokerek hat kuştin û 3 kesên din birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Piştre diyar bû ku ew her sê otomobîl ser bi Hevserokatiya Encûmena Sivîl a Dêrazorê ve ne.”

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand, piştî bûyerê wan hemû endamên wê rêbendê desteser kirin û dest bi lêkolîn û lêpirsînê kirin, ta ku rastiya bûyer were zanîn.