Asayisa Silêmaniyê: Hin kes ji bo armancên xwe yên siyasî hewl didin berê xwepêsandanan bên guhertin

24 November 2021 14:32 0 dîtin
Asayisa Silêmaniyê: Hin kes ji bo armancên xwe yên siyasî hewl didin berê xwepêsandanan bên guhertin

PeyamaKurd – Rêveberiya Asayişa Silêmaniyê daxuyaniyek di derbarê xwepêşandanên xwendekaran da û diyar kir, hin kes û alî ji bo armancên xwe yên siyasî hewl didin, berê xwepêşandan bi derxistina aloziyan biguhêrin.

Asayişa Silêmaniyê di daxuyaniyê de da zanîn: “Di demekê de ku xwendekar bi rêya xwepêşandanên şaristanî daxwazên xwe diyar dikin, mixabin hin kes û alî ji bo armancên xwe yên siyasî hewl didin, berê xwepêşandanan bi derxistina aloziyan û tundûtûjiyê bên guhertin.”

Di daxuyaniya Asayişa Silêmaniyê de hat eşkerekirin: “Ji mafê hemû kesan e di çarçoveya yasayê de û ji bo berjewendiyên giştî, daxwaza mafên xwe bikin û nerazîbûna xwe nîşan bidin, di heman demê de jî erkê me ye rê li ber binpêkirina yasayê û têkdana ewlehî û aramiya bajêr bigirin.”

Ev daxuyaniya Asayişa Silêmaniyê di demekê de ye, çend roj in xwendekarên zanîngeh û peymangehan bi daxwaza vegerandina xerciyan, xwepêşandanan li dar dixin, lê di xwepêşandanan de alozî derket û hin kesan êrîşî saziyên hikûmî û partiyan kirin û hin kesan jî sivikî bi ala Kurdistanê kirin. Bi gotina çavdêrên siyasî jî, destê hin kes û aliyan ketine nava xwepêşandanên xwendekaran.