Associated Press: Li Myanmarê di nav heftîkî de 150 Arakanî hatin kustin
PeyamaKurd – Xortên Misilman yên Arakaniyên li Mynamarê, ji bo ajansa Associated Pressê ragihandine ku di nav heftîkî de di êrîşa artêşê de 150 kes hatine kuştin û gelek kes birîndar bûne.
Kesekî Arakanî yê reviyaye Bangladeşê ragihandiye ku li ser rêya xwe cesedê 60 kesan diye. Doktorên Sînoran Nasnakin (MSF) di daxwuyaniya xwe de got ku di êrîşên ser Arakaniyan de jimara kesên birîndar zêdeye.
Xortên Arakanî yên ji bo APê axifîne, bi sedema ewlehiya xwe newêribûne navên xwe bêjin lê gotine ku di 5ê Tebaxê de seet di 18.00an de êrîşa ser wan destpêkiriye. Di êrîşa hukumeta Myanmarê de, bi dronan êrîş birine ser ciyên Arakaniyan û yek ji wan gotiye:
“Li dora 150 kes mirine û gelek kes jî birîndar bûn.”
Kesê Arakanî yê ku ji Myanmarê bi bota ser avê reviyaye Bangladeşê, ragihandinye ku li ser rêya xwe ya revê cesedên 60 kesan diye.
MSFê jî ragihand ku kesên Arakanî dema sînor derbas dikin û karibin xwe bigihînin Bangladeşê, di nav wan de gelek kes hene ku birîndarin û di jimara birîndaran de zêdebûn heye. Di daxwuyaniya MSFê de hat gotin ku di 4-7ê Tebaxê de li Bangladeşê 39 kesên arakanî bi sedema şiddetê dîne hatine dermankirin.
Artêşa Aarakanê di 7ê Tebaxê de daxwuyanî da û berpirsiyariya 5ê Tebaxê red kir û ji bo kesên ji malbata wan canê xwe dane sersaxiyê xwest.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin