Associated Press: Joe Biden bû serokê Amerîkayê
PeyamaKurd – Li gor ragihandina ajansa Amerîkayê Associated Pressê; Joe Biden li eyaleta Pennsylvaniayê Trumpî mexlûb kiriye bûye serokê Amerîkayê. Jimartina eyaletên Nevada, Arizona, Carolina ya Bakûr û Georgiayê jimartina dengan dewam dike lê jimartina li eyaleta Pennsylvaniayê qediyaye. Li gor doneyên AP ê Biden %49,6 ê dengan li eyaletê bidest xistiye û 20 delegeyan derxistiye. Bi van delegeyan ve jimara delegeyên Biden bûye 273 delege ku têra bidestxistina serokatiyê dike.
Welew Trump li eyaletên Georgia, Nevada û Arizonayê delegeyan bidest bixe jî tevî ku Biden li van eyaletan li pêşe, dê encam neguhire.
Li ser encamdana hilbijartina bi giştî Joe Biden bo çapemeniyê weha got:
“Ez bextewerim ku xelkê Amerîkayê bo lîdertiyê min bijart. Karê pêşiya me dê zahmet be lê ez sozê didim we: eger hun dengê xwe bidin min an nedin min, ez ê bo temamê Amerîkayiyan serokatiyê bikim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin