Avakirina avahiya Zanîngeha Kobaniyê qediya
PeyamaKurd – Rêvebiriya xweser ya Binxetê di sala 2018an de dest bi avakirina avahiya zanîngeha Kobaniyê kiribû û niha ragihand ku avakirina avahiya zanîngehê temam bûye. Demekî bû ku navbera dabûn avakirina zanîngehê.
Avahiya zanîngehê li ser 7 hezar m2 ye û di demên pêşde wê ji bo xwendevan lê bimînin avahiyan ava bikin. Rêvebirê projê Nezmî Muhammed li ser babetê got:
“Her polekî 35-40 xwendevan dikare lê ders bixwîne. Jimara polan li dora 30 ye û gelek ofîs hene. Avahiya nûh 3 beşe û 400 xwendevan dikarin lê bixwînin. Di avahiyê de pirtûkxane û salona xebatê heye.”
Beşên ku di zanîngehê de hene; fakulta edebiyatê, fakulta perwerdê, dibistana bilind ya zanistên xwezayî, dibistana bilind ya zanistên perwerdê, fakulta Tibê, fakulta teknolojiyê, fakulta matematîkê, fakulta zanista hûqûqê, fakulta zanista bilind ya perwerdê û xebatê û fakulta civakiya zanistî ya lêkolînê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin