Erdhej | Avahiya Rektoriya Zanîngeha Dicleyê hat valakirin
PeyamaKurd – Avahiya Rektoriya Zanîngeha Dicle ya Diyarbekirê ku ji erdhejê xisar li ser çêbûbû, hate valakirin. Li gorî agahiyan ew avahî nû hatibû çêkirin.
Rêveberê Beşa Avahîsaziyê ya Fakulteya Endezyariyê Idris Bedirhanoglu li ser valakirina avahiya rektoriyê ragihand, rewşa avahiya Rêveberiya Zanîngeha Dîcleyê zêde ne xirab e lê çend stûnên wê zirar dîtine.
Bedirhanoglu gotiye, bi armanca wergirtina tedbîrê avahî vala kirine û piştî pişkinîneke hûr dê li gor encamê biryareke daîmî bidin û diyar kir ku wê piştî valakirina avahiyê rêveberiya zanîngehê li navenda xwendekaran a zanîngehê xebatên xwe bidomîne.
Di encama herdu erdhejên Mereşê yên mezin ên 6ê Sibata 2023an de, li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê 7 avahî ketine ku bi giştî 407 kesan can daye. Herwiha li ser nêzî 300 avahîyan jî xisareke mezin çêbûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin