Ayhan Bilgen: AKP hewl dide bi tevlîkirina Ocalan pêvajoyeke nû bide destpêkirin û dixwaze MHPê razî bike
PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Dengê Tirkiyê (SES) Ayhan Bîlgen ku ji HDPê cuda bûye, îdia kir ku wê pêvajoyeke nû ya çareseriyê bi tevlîkirina Abdullah Ocalan ji aliyê AKPê were destpêkirin û niha hewl didin hevpeymana xwe ya Tifaqa Cumhur MHPê razî bikin.
Ayhan Bîlgen ji rojnameya Cumhuriyetê re li ser îhtimala destpêkirina pêvojeyeke nû ya ligel PKKê daye xuyakirin, “Li gorî min hewl tê dayîn ku Ocalan jî tevlî pêvajoyê bibe. Hewla razîkirina MHPê jî tê dayîn.”
Bîlgen gotiye, weke aktor û muxatabê pêvajoyê “Dibe ku Îmralî, Qendîl û HDP xwedî plan û nêrînên cuda bin.. Heger em bikaribin li dûrî berjewendiyên şexsî û partiyan tevbigerin, em dikarin çareser bikin. Divê partî di çarçoveya dermankirina birîna hevpar a welat de nêzîk bibin. ”
Bîlgen daye xuyakirin, divê wek armanc nêzikî pêvajoyê bibin û gotiye, "Çareseriya dawî ya pirsgirêkê çarçoveya Destûrê ye. Destûr zelal e, li pişt deriyên girtî nayê çêkirin. Heger wisa bê kirin, ti kes ji yekparçebûna welat dilgiran nabe.”
Ayhan Bîlgen bal kişandiye ser pêvajoya sala 1999an a razîkirina MHPê û wiha axivî ye: “MHP ya ku ji bo rakirina cezayê darvekirinê pêngava rast avêt, îro jî dikare heman helwestê nîşan bide. Divê netewperestên Tirk wêrek bin û ji bo bihezkirina welat bi xîret tevbigerin.”
Di dawiyê de jî Bîlgen bang li partiyên opozîsyonê kiriye û gotiye: “Li ser rewşeke ku deshilatdarî pêvajoyeke nû bide destpêkirin, heger opozîsyon bi zimanê, ‘pirsgirêk nîne, em nadin çareserkirin, nadin axaftin, nahêlin dest pê bikin’ tevbigere, wê bikeve nav xefika siyasî. Hikûmet jî ji bo ku dengên Kurdan bi dest bixe dikare bêje, ti gotinên Tifaqa Milet tune ye ku ji Kurdan re bike. Hêviya xwe bi wan ve girê nedin. Divê muxalefet nekeve vê xefikê lê dibe berevajî vê jî bibe. Dibe ku tiştekî jî saz dikin ji bo ku neteweperestên Tirk dengan ji dest bidin. Berjewendiyên welat ji hesabên siyasî yên me hemûyan bi rûmettir in.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin