Azerbaycanê 6 leskerên Ermenistanê dîl girt!
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Azerbaycanê ragihand ku wan îro 27ê Gulana 2021ê li nêzîkî bajarê Kelbecerê 6 leşkerên ermen dîl girtine.
Wezareta Berevaniya Azerbaycanê îdia kir ku wan leşkeran hewil dida li ser rêyên veguhestinê mînan bicih bikin û ji ber wê jî derengiya şevê bi şandina hêzeke leşkerî ve bi ser wan de girtine û 6 leşker dîl girtine.
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan jî roja Çarşemê li parlamentoyê ragihandibû ku heta artêşa Azerbaycanê ji nav erda Ermenistanê venekişe, ew dê peymana komîsyona xêzkirina sînoran îmze neke.
Hêjayî gotinê ye, piştî şerê Azerbaycan-Ermenistanê yê Nogorno Qerebaxê 9 Mijdara 2020an bi navbeynkariya Rûsyayê peymana agirbestê hatibû îmzekirin ku di wî şerî de 5 hezar kes ji herdu aliyan hatibûn kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin