Azerbaycanê notaya protestoyê da Rûsyayê!
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Azerbaycanê ji ber weşana televizyona dewleta rûsî dijatiya wan kiriye, notaya protestoyê daye Rûsyayê.
Balyozxaneya Azerbaycan a Moskowê ragihandiye ku di bernameya Kanal 1ê ya ‘Lîstika Mezin’ de roja 20-21ê Cotmehê di axaftinên beşdaran de, li beramber Ermenistanê dijatiya Azerbaycanê hatiye kirin û yekparçebûna Azerbaycanê kirine mijara nîqaşê û ji ber jî wan nota daye Wezareta Derve ya Rûsyayê.
Herwiha hatiye gotin ku di bernameya navborî de, axaftinên hatine kirin li dijî peymana hevalbendiyê ya 22yê Sibatê ligel Rûsyayê hatiye îmzekirin e û banga rawestandina çalakiyên prokovokatîf ên bi rêya medyayê hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin