Polonyayê nota protestoyê da Rûsyayê!
PeyamaKurd – Karmendê Karûbar ê Rûsyayê yê Varşovayê Andrey Ordaş ji ber moşeka ku tê îdiakirin aîdî Rûsyayê ye ketiye qada hewayî ya Polonyayê, bang li Wezareta Karên Derve ya Polonyayê hat kirin û nota protestoyê hat dayîn.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Polonyayê da wiha hat gotin: "Îro êvarê Alîkarê Wezîrê Karên Derve Wladysław Teofil Bartoszewski gazî Karmendê Karûbarên Rûsyayê Andrei Ordaş kir û notê pêşkêşî wî kir û tê de daxwaza zelalkirina bûyerê li ser binpêkirina qada hewayî ya Polonyayê ji aliyê moşeka krûzê ve kir û xwest ku demildest çalakiyên bi vî rengî bên rawestandin."
Fermandarîya artêşa Polonya ragihand ku sibeha roja Înê 29ê Kanûna Duyem li ser rêya Ukraynayê kelûpeleke asmanî derbasî esmanê wî welatî bûye. Hat diyarkirin ku obje ji aliyê hêzên parastina hewayî ya Polonyayê ve hatiye şopandin, lê piştre ji radaran wenda bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin