Berê Polonya nota dabû Rûsyayê û niha Rûsya nota da Polonyayê
PeyamaKurd – Berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova ragihand ku wezaret bangî maslahatguzarê Polonyayê yê li Moskovayê Jacek Szczlyadowski kiriye û notayê daye Polonyayê.
Rojek berê 2 fuze li gündeki ser sînorê Polonyayê yê bi navê Przewodowo ketibû û di encamê de 2 kes miribûn. Gund ji Ukraynayê 6 km dûre û heya niha aşkera nîne ku fuzeyên Rûsyayê ketine wî gundî. Do li ser mijara nediyar wezareta karênd erve ya Polonyayê bangî konsolosê Rûsyayê yê Varşovayê kiribû û nota dabû Rûsyayê. Rûsya bang li Polonyayê kir ku spekulasyonên hene ber li wan bên girtin û nebin alava destê Ûkraynayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin