Polonya nota da Rûsyayê

05 May 2023 23:22 0 dîtin
Polonya nota da Rûsyayê

PeyamaKurd – Rêvebiriya Polonyayê gazî balyozê Rûsyayê yê Varşovayê Siergiej Andriejew kir û piştî çû wezareta karên derve ya Polonyayê, nota dayê. Sedema notayê ew e ku Pavel Astahov ê komsêrê mafê zarokan yê serokatiya dewleta Rûyayê bang kiribû ku balyozê Polonyayê yê Moskovayê bikujin. Li ser vê banga Astahov, Polonyayê ji Rûsyayê xwest ku di derbarê wî de lêpirsîn bêkirin.

Şaredariya Varşovayê çend roj berê dest danîbû ser avahiya lîsê ya ku zarokên konsulxaneya Rûsyayê li Varşovayê tê de dixwendin. Avahiya lîsê bi xwe malê Rûsya ye.

Berdevkê wezareta karên derve yê Polonyayê Lukasz Jasina li ser mijarê got:

“Terefê Polonyayê bi awayekî tund mijarê protesto kir û xwest di derbarê wî (Pavel Astahov) de lêpirsîn vekin û bende ne ku bê cezakirin.”