Azerbaycanê plana xwe ya Qerebaxê eskere kir
PeyamaKurd - Rêveberiya Azerbaycanê, piştî operasyona li Qerebaxê ku niha hatiye rawestandin, ragihand ku ew ji bo leşkerên li Qerebaxê çekên xwe danîne, efûyekê plan dikin.
Hin komên çekdar ên li herêma Qerebaxê ragihandine ku ew ê berxwedanê bidomînin. Şêwirmendê Serokomarê Azerbaycanê Hikmet Haciyev jî ragihand ku ew ji bo ermeniyên Qerebaxê yên ku çekên xwe danîne efûyê difikirin.
Wezîrê Derve yê Azerbaycanê Ceyhun Bayramov jî Civata Asayîşa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), Neteweyên Yekbûyî bi piştevaniya Ermenistanê tawanbar kir û got ku Ermenistanê ji berê hewla teşwîqkirina cudaxwaziyê li Qerebaxê daye.
Li aliyê din Wezîrê Ermenîstanê Ararat Mîr-zoyan jî operasyona Azerbaycanê wekî, “Tundî û hovîtî” û “temamkirina paqijiya etnîkî” bi nav kir.
Hêjayî gotinê ye, piştî operasyona Azerbaycanê, dibe ku 120 hezar kesên li Qerebaxê bi komî koç bikin ku Ermenistanê veguhastina komî red dike.
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan jî gotiye, ew niha dikarin 40 hezar malbatan wekî penaber pêşwazî bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin