Azerbaycanê rawestandina operasyona ser Qerebaxê ragihand!

20 September 2023 19:29 0 dîtin
Azerbaycanê rawestandina operasyona ser Qerebaxê ragihand!

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku piştî lihevkirina bi Eremenên Qerebaxê re, artêşa Azerbaycanê operasyona ku du roj in li ser Qerebaxê daye destpêkirin bidawî anî.

Wezareta Berevaniya Azerbaycanê ragihad ku wan li ser rawestandina operasyona dijî terorê ya li Qerebaxê bi aliyê Ermenistanê re li hev kiriye.

Wezaretê daye xuyakirin, "Li ser bangewaziya nûnerên Ermenî yên Qerebaxê ku bi rêya yêkîneya aştiyê ya rûsî kirine, wan 20ê Îlona 2023yan li demjimêr 13:00 li hev kiriye ku operasyonê rawestînin.”