Babacan: Dibe ku hejmara miriyan, 2 qat zêdetir be!

15 March 2023 16:00 0 dîtin
Babacan: Dibe ku hejmara miriyan, 2 qat zêdetir be!

PeyamaKurd- Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan, di bernameyeke televîzyonê de li ser daneyên qurbaniyên erdheja ku navenda wê li Mereşê bû û bû sedema wêraniya 11 bajaran, axivî.

Alî Babacan ê ku di bernameya televîzyonê de bû mêvanê Bengu Şap Babaeker û Îsmaîl Kuçukkaya, di derbarê mirinên di erdhejê de got,

"Baweriyeke hevpar heye ku dibe ev hejmar bi qasî 2 qatan ji hejmara ku hatiye eşkerekirin, zêdetir be.”

Babacan got, "Ev nêrîn li herêma erdhejê gelek berbelav bûye. Em diçin ku derê, hejmara gorên li wê parêzgeh an jî navçeyê tên kontrolkirin. Ji qeymeqaman agahî tên wergirtin bê ka çend kes hatine binaxkirin. Dema mirov lê dinihêre, din av hejmarên hatine ragihandin de valahiyek heye.”