Babacan: Ji bo zimanê dayikê xebatên me yên berfireh hene
PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî Geşepêdanê (DEVA) Alî Babacan, îro 9ê Çileyê 2023yan Plana Çalakiya Perwerdehiyê ya partiya xwe bi civîneke rojnamevanî eşkere kir. Babacan got ku di plansaziya çalakiyê de li ser perwerdeya bi zimanê dayikê jî xebatên berfireh hene.
Piştî vegotina Plana Çalakiya Perwerdehiyê Babacan bersiva pirsên rojnamevanan da û li ser mijara mafê perwerdeya zimanê Kurdî got: “Di nav 500 madeyên plana perwerdehiyê de li ser perwerdehiya bi zimanê dayikê jî xebatên berfireh hene.
Ji bo mamoteyên Kurdî yên nehatine tayînkirin jî Babacan diyar kir: “Heger ez ne şaş bim di sala 2021ê de mamosteyek Kurdî, di sala 2022yan de jî qaşo ji sedî 100 hatiye zêdekirin 2 mamosteyên Kurdî hatine tayînkirin. Em difikirin ku di perwerdehiyê de mijara bingehîn divê gelek vebijark û azadî be. Em wisa difikirin ku welatê me yê ku li Ewropayê xwedî axên herî mezin e, wê bi perspektîfeke wiha di nava yekîtiyê de bimeşe.”
Alî Babacan li ser pirsên derbarê namzedê serokomariyê û HDPê de jî da xuyakirin: “Xala ku em wek maseya şeşalî gihîştinê, destpêkirina şêwra li ser namzedê hevpar e. Em wek DEVA; Em dibêjin namzedê hevpar dikare ji 6 serokan yek be yan jî ji derve be.”
‘Em bi HDPê re di nav dîyalogê de ne’
Babacan got: “Partiyên siyasî yên ku bi HDPê re diyalogê dikin he. Em jî hene. Ev, di çarçoveya diyalogê de heta niha tu mijarek ku derketibe holê tune bû. Ev nayê wê wateyê ku ew ê di pêşerojê de dernekeve. Ez tenê di çarçoveya HDPê de nabêjim: Em gelekî dixwazin ji bo berbijêrê xwe yê serokomariyê yê hevpar hem ji aliyê desthilatê, helbet ji maseya şeşan û hem jî ji partiyên din piştgirî bistînin. Hûnê bibînin; ji aliyê desthilatê jî dê piştgiriyê bidin berbijêrê me. Em pir dixwazin ji hemû aliyên din jî piştgiriyê werbigirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin