Babacan ji bikaranîna zimanê 'X’ bo Kurdî re bertek nîsan da: Navekî lêkin!

22 December 2023 18:19 0 dîtin
Babacan ji bikaranîna zimanê 'X’ bo Kurdî re bertek nîsan da: Navekî lêkin!

PeyamaKurd – Serokê Partiya DEVA ya Tirkiyê Alî Babacan, di civîna rojnamevanî ya li Parlamentoya Tirkiyê de, bertek ji bikaranîna ‘Zimanê X’ bo zimanê Kurdî re nîşan da.

Babacan bal kişand ser ku li parlamentoyê axaftinên bi Kurdî yên hin parlamenteran wekî ‘Zimanê X’ tê tomarkirin û got, “Zimanê duyem ê herî zêde li welat tê axaftin e”.

Babacan diyar kir, Kurdî tevî ku zimanê duyem ê herî zêde li Tirkiyê tê axaftin e, li parlamentoyê wek qexete tê nîşandan û bi peyvên ‘X’ yan jî ‘Zimanê nayê zanîn’ tê tomarkirin.

Herwiha Babacan bibîr xist, "Yên ku Fransî û Îngilîzî zanin, nizanim bê zimanê li welatê me ji aliyê milyonan kes ve tê axaftin kîjan ziman e” û wiha pê de çû: “Êdî navekî lê bikin ya. Heke hûn nav lê nekin, nabe hûn li vî welatî qala hemwelatîbûna wekhev û mafên bingehîn bikin.”